Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyona Ewlehîyê li Kampa Holê bi Dawî Bû


Hêzên Ewlekarîya Hindurîn ragihand ku qonaxa yekê ya Operasyona Mirovî û Ewlehîyê li kampa Holê bi dawî bûye.

HSDê herwiha destnîşan kir ku 125 çekdarên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hatine girtin, ji wan 15 jin in û 20 jî serçekdar in.

Hêzên Ewlekarîya Hindurîn li Holê preskonfransek li dar xist û tê de berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekarîya Hindurîn Elî El-Hesen daxuyanî bi bîragiştî re parve kir.

Dîsa, berdevkê HSDê Kîno Gabrîel, berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nurî Mehmûd û endama Fermandarîya Giştî ya Meclîsa Herêma Cizîrê Evîndar Dêrîk jî beşdarî daxuyanîyê bûn.

Hesen got ku ew pabendî mafên mirovan û peymanên navneteweyî ne ku mafên mirovan diparêzin.

“Serketina operasyona me atmosfereke ewle li kampê çêkir. Lê bêyî piştevanîya navneteweyî ew yek dirêj nake. Divê derfet were bikaranîn û çareserîyeke mayînde weredîtin.”

Hesen bi bîr xist ku wan berê jî dîyar kiribû ku li ser esasa erka wan ya exlaqî, qanûnî, mirovî û ewlehî ji bo selametîya şênîyên kampê wan dest bi operasyonê kir.

“Jibo mayîndekirina ewlehîyê li kampê, peydakirina mercên jîyanê yên mirovî pêwîstîyeke girîng e. Kampa Holê yek kampên herî mezintir û herî xeter ya cîhanê ye û tê pirtir ji 60 hezar kesên ji 57 welatan dijîn û piranîya wan ji malbatên endamên DAIŞ`ê ne. Herwiha gelek endamên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst ku wek sivîl derbazî kampê bûne, lê bi cih dibin ku xwe li kampê jinûve bi rêxistin bikin û atmosfereke guncaw jibo berdewamkirina terora xwe li hemû cîhanê, peyda bikin.”

Hesen bi berdewamî bi bîr xist ku endamên DAIŞê destpêka vê salê heta niha li hindurê kampê zêdetirî 47 bûyerên kuştinê pêk anîne.

“Em îro bidawîbûna qonaxa yekê ya Operasyona Mirovî û Ewlehîyê radigihînin ku 5 rojan dewam kir. Hêzên me û hêzên din ên wekî piştevan beşdar bûne, di hemû alîyan de bi awayekî profesyonel tev gerîyan. Piştî girtina hemû tedbîrên pêdivî, 125 endamên torên veşartî yên DAIŞ`ê hatin girtin, ku ji wan 15 jin in û 20 berpirsên bûyerên kuştinê yên li kampê ne.”

Hesen da zanîn ku di operasyona lêgerînê de pêdivîyên leşkerî û radarên eleketronîk yên jibo amadekirina mayînan dihatin bikaranîn, hatin desteser kirin".

Hêjaye gotinê ye ku kampa Holê ya taybet bi malbatên çekdarên DAIŞê ji 8 beşan pêk tê ku du beş ji wna taybet bi malbatên bîyanîyan e û 6 beş yên Sûrî û Îraqî ne û bi giştî 63 hezar kes li kampê dijîn ku piranîya wan jin û zarok in.

Di operasyona hêzên ewlekarîya hindurîn ku 5 rojan dirêj kir, 6 beşên Sûrî û Îraqîyan hatin armanc kirin.

Li kêleka oprasyona ewlekarî, hemû kesên li kampê, bi nav, wêne û DNA hatin belge kirin.

XS
SM
MD
LG