Wezîrê Derve yê Holanda dîyar kir ku hikûmeta wan bo jinûve vekirina firîngeha Kabulê dixwaze alîkarîya Tirkîye û Qatarê bike.
Sigrid Kaad da zanîn ku bo firînên vekişandinê bidomin ew dikarin 1 mîlyon euro (1.19 mîlyon dolar) bidin û ger pêdivî hebe xebatkarên bo wir jî bişînin.
Kaag bo danûstandinên dîplomatîk li Enqerê bi karbidestên Tirk re civîn çêkiriye.
Wezîrê Derve yê Qatarê Şêx Mihemed Abdulrahman Al-Thanî roja Pêncşemê dîyar kiribû ku ew bo birêvebirina firîngehê bi Talîbanê re danûstandinê dikin.
Al Thanî dîyar kiribû ku ew bo birêvebirina firîngehê û çêkirina tîma teknîk bi Tirkîyê re dixebitin.