Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollanda Firotina Çekan ji Tirkîyê re Radiwestîne


Turkey attacks Kurds in northeast Syria
Turkey attacks Kurds in northeast Syria

Hollanda ragihand ku jiber operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê hemî firotana çekan ya bo wî welatî rawestandiye.

Wezareta Derve ya Hollanda da zanîn ku wan hemî serlêdanan Tirkîyê yên bo alavên leşkerî sekinandine.

Wezîrê Pêşketin û Bazirganiya Derve yê Hollanda Sigrid Kaad do li parlamanê gotibû ku heta ku Tirkîye îspat neke ewê li bakurê Sûrîyê bikar neynin, ewê hemî lîsansên firotana çekan yên bo wî welatî betal bikn.

Li gor Stop Wapendhandelê, ku li Amsterdamê navendeke lêkolînê ye, Hollanda 8 ji sedê çekên ku Tirkîyê ji Ewrupa distîne, çêdike.

XS
SM
MD
LG