Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollande: Divê Piştgirîya Kurdên Sûrîyê Bê Kirin


Serokê Fransayê Francois Hollande îro Sêşemê got ku “bêalîkirina” Serokê Sûriyê Beşar Esad pêş mercek e jibo çareserkirina krîza wî welatî.

Birêz Hollande di civînekê de ligel diplomatên Fransî li Parîsê got, “divê em bandora terorîstan, bêyî ku Esad li desthilatê bihêlin, kêm bikin. Ev her du bihev re girêdayî ne.”

Serokê Fransî herwiha da zanîn ku peydakirina veguhestineke siyasî li Sûriyê tiştekî pêwîst e.

Hollande got, jibo çareserkirina krîza Sûriyê sê merc hene. Merca yekê bêbandorkirin anku piştgirî nedana Esad e.

Hollande dîyar kir ku divê garantî ji opozîsyona nermrê rê, anku ji Kurdan re û Sunnîyan re bêne dayîn ku yekîtîya Sûriyê biparêzin.

Mercê sêyem jî ew e ku hêz û welatên herêmê li ser mijara Sûriyê lihev bikin.

Di heman civînê de, Serokê Fransî got, “divê Tirkiyê têkeve nav kempeyna şerê DAIŞ û diyalogê bi Kurdan re jinûve destpê bike.”

XS
SM
MD
LG