Serokê Fransa Francois Hollande êro Duşemê xelata rûmetê da 3 Amerîkî û 1 Britanî yên ku roja Înê êrîşvanekî çekdar di nav treneke Fransî de bê bandor kiribûn.
Di merasîma xelatdayînê de li Parîsê, Hollande medalên her 4 xelatgiran pêşkêşî Spencer Stone, Alek Skarlatos û Anthony Sadler yên Ameîkî û Chris Norman ê Britanî kir.
Hollande di mersîmê de got, kiryarên wan 4 kesan, hember gefeke terorê. mesajeke wêrekî, hevgirtin û hêvî ye.
"Terorîstekî biryara kiryareke xirab da û do destê wî de bi têra xwe çek hebû ku qirkirinekê bike, lê we jîyana xwe xist metirsîye û pêşî li wî kesî girt,” birêz Holande got.