Kêşeya mangrtina nivêskar, lîstekvan û karmendên Hollywood ziyanek ji du hêla li ser havîna sînema ya Vankouverê kiriye, ku berê gelek ji afrînerê sînema û çalakên wê daye hin xebat û karên cuda da ku karibin dema xwe bi asanî derbas bikin.
Bajarê Vankouver û parêzgeha wê ya British Columbia tê naskirin bi navê "Hollywood North" Hollywooda Bakur, yek ji mezintirîn navendên hilberîna fîlimê li Amerîka Bakur e.
Di sala 2022-an de bi qasî 2.7 mîlyar dolar qezenc kiribû, ew ji bo tevahî karmendên sînema ye ji bo kamerekar, rêvebirê karên lojîstîkê, anîmator, xwarinsaz û hêj bêtir kar peyda dike.
Lê digel mangirtina Hollywood de êdî gelek berhem hatine rawestandin, gelek xebatkarên sînema li Kanada niha li karên din ên demkî digerin, li xwaringeh, avahî, û karên firotanê digirin.
Jêder: Reuters