Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Almanya Û Îsraîlê li Berlînê Rêzê li Roja Cîhanî ya Holocaustê Digirin


Merasîmên Roja Cîhanî ya Holocaustê li Berlin
Merasîmên Roja Cîhanî ya Holocaustê li Berlin

Roja Pêncşemê, 27ê Rêbendanê li bajarê Berlîn, Şêwirmendê Almanya Olaf Scholz, Serokê Knesseta Îsraîlê Mickey Levy û serokomarê Almanya Frank-Walter Steinmeier çelengên kolîlkan li ser peykerê bîranînê danîn, yê kuştina cihûyan li Ewrupa.

Ev merasîm beşek bû ji ahengên roja cîhanî ya bîranîna Holocaustê, ku bûyereke cîhanîye ya rêzgirtina li qurbaniyên Holocaustê ye.
Bi temamî nêzî 6 mîlyon cihûyên Ewrûpa û milyonan kesên din li ser destê Naziyên Almanya hatbûn kuştin. Qetlîamên li dij cihûyên Ewrupa di serdema Naziyan de bi Holocaust tê naskirin.

Di nava kuştiyan de nêzî 1.5 mîlyon zarok hebûn.

Jiber pandemiya vîrusa korona îsal dê pirraniya çalakiyên roja cîhanî ya Holocaustê bi rêya onlayn be.

Herçende pandemî heye, lê dîsan merasîmên biçûk dê li serbazgeha mirinê ya berê li Auschwitz li welatê polonya bihên encam dan. Di dema şerê cîhanî yê duyan de Naziyan li Polonyaya dagîrkirî 1.1 mîlyon kes kuştbûn.

XS
SM
MD
LG