Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqîna Otombîleke Bombekirî de 8 Kuştî Û 15 Birîndar li Humsê Hene


Piştî teqîneke li Humsê (arşîv)
Piştî teqîneke li Humsê (arşîv)

Televîzyona dewleta Sûrî da zanîn ku îro Sêşemê li bajarê Hums ya Sûriyê peqînek pêk hat û 8 kes tê de hatine kuştin.

Hums di şerê çendîn salan de, her tim bûye armanca êrîşên xwekujî û teqînanan.

Peqîna Sêşemê li taxê Akrameh pêk hat, yê ku piranîya xelkê wê ji pêkhateyên Alewî ne ku, serokê Sûrî Beşar Esad ji heman pêkhatî ye.

Televîzyona dewletê dibêje ku peqîn li cadeya Ahram pêk hatiye û herêm hejandîye û ji encama peqînê, 8 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûne.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirov (SOHR) dibêje, otomobîleke neferhilgir ya biçûk li taxê Akrameh teqîya, lê hêj çi aliyan ev êrîş negirtîye ser xwe.

Taxê Akrameh çendîn caran rastî êrîşan hatîye ya herî dijwar Îlona sala 2014'an pêk hatibû û 50 xwendekar tê de hatibûn kuştin. Ji wî çaxî heta niha hikûmeta Sûrî tedbîrên ewlekarî yên tûnd pêk anîne da ku rê li hember êrîşan bigire.

Gulana borî li gor lihevhatineke di navbera hikûmet û opozîsyonê de, bi navgîniya Rûsya, çekdar ji bajarê Humsê derketibûn.

XS
SM
MD
LG