Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedan Kes li Şewata Zîndana Hondurasê Hatin Kuştin


Bi Sedan Kes li Şewata Zîndana Hondurasê Hatin Kuştin

Di şewateka mezin de li zîndaneke Hondurasê bi sedan girtî hatin kuştin, ku yek e ji mezintirîn karesatên şewatê li Amerîkaya Latîn.

Karbidest dibêjin, herî kêm 350 girtî winda ne, herçende dibe ku hejmareka wan li demê şewatê reviyane.

Berpirsê sîstema zîndanan li Hondurasê Danilo Orellana dibêje ku lêkolîn berdewam in jibo zanîna sedemên şewatê. Li demê şewatê nêzîkî 850 girtî di zîndanê de bûn.

Heta pêş şewatê jî, Wezareta Derve ya Amerîkî nerazîbûna xwe dîyar kiribû hemberî xirabîya rewşa zîndanên Hondurasê.

XS
SM
MD
LG