Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Hong Kongê Berdewam in


Bi hezaran xelk li Hong Kongê daketin ser cadeyan di çarçoweya xwepêşandanên alîgirên demokrasiyê de.
Ajansa nûçeyan Reuters ragihand ku polîs gaza rondikrêj bi kar anî li dijî xwepêşanderên ku îstgeheke biçûk a trênê hilweşandin.

Xwepêşandanên îro Şemiyê bûn piştî ku alîgirên Çînê hin postên wan ên rengîn li ser Dîwarê Lennon çirandin ku li ser wan nameyên dijî hikûmetê nivîsandibûn.

Dîwarê xwepêşanderan navê xwe ji dîwarê John Lennon ê Pragê yê di bin kontrola komonîstan de werdigre, ku di sala 1980 de nameyên siyasî li ser hatibûn nivîsandin.

Projebiyareke radestkirina hin bergumanên Hong Kongê bo Çînê, bû sedema derketina xwepêşandanan. Ew projebiryar hate sekinandin lê xwepêşandan berdewam bûn.

Xwepêşander dixwazin serkirdeyên wan bi awakî rasterast bêne hilbijartin.

Ji dema destpêkirina xwepêşandanan ve, bêhtirî 1,300 kes hatine girtin.

XS
SM
MD
LG