Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên li Hong Kongê Didomin


Li Hong Kongê roja Yekşemê jî xwepêşandan li dar ketin.

Polîsan bi ava bi şid û gaza rondikrêj hewil dan kun xwepêşandaneran belav bikin.

Jêderên herêmî didin zanîn ku bi hezaran kes beşdarî protestoyan bûne.

Protestoyan dijî bernivîsêkê, ku radestkirina girtîyan bo Çînê hêsantir dikir, destpê kiribû, lê piştî bernivîs bi şûnde hat vekişandin jî dom kir.

Xwepêşandaner dibêjin ku ew li Hong Kongê pirtir demokrasî dixwazin.

Çîn dijî protestoyan bertekan nîşan dide û hêzên ewlekarîyê li sînorê Hong Kongê bi cîh dike.

XS
SM
MD
LG