Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Operasyonên Polîsan de 53 Kes li Honk Kongê Hatin Binçav Kirin


Polîsên Hong Kong di operasyonên serê sibehê de îro 53 kes desteser kirin, piştî ku qanûna nû ya ewlekarîyê sala borî hatibû pejirandin.

Demokrasîxwaz dijî wê qanûnê, ku ji alîyê hikûmeta Çînê ve hatibû danîn, derketibûn xwepêşandanan.

Di operasyonên ser 72 cîhan de pêşengên demokrasîxwaz hatine binçav kirin ku karbidest îdia dikin ku ew kes beşek ji plana ladana hikûmetê ne.

Çavdêrên serbixwe dibêjin ku sedema oprasyonan bijartina berbijarên opozîsyonê ya di hilbijartina parlamanê ye ku ji alîyê karbidestan ve hatibû paşxistin.

Walîyê herî dawî yê Brîtanî yê Honk Kongê Chris Patten got ku Partîya Komunîst ya Çînê givaştina xwe ya ser Honk Kongê nîşan dide.

“Divê demokrasîyên lîberal yên seranser dinê bi berdewamî dijî hilweşandina civateke azad dengê xwe bilind bikin,” Patten got.

XS
SM
MD
LG