Lînkên eksesibilîtî

Rêveberiya Trump Hewil Dide Rê li Biryara Dozgerekî Bigre li Dor Qedexekirina Koçberan


Avahiya Dadgehê li Honolulu

Wezareta Dadmendiya Amerîka daxwaz ji dadgeha bilind kir ku rê li biryara dozgerekî fedralî bigre, ku rê dabû derbasbûna dapîr û bapîrên kesên li Amerîka dijîn, li tersî biryara Trump a ku rê nedida wan.

Wezareta dadmendiyê daxwaza tengaviyan doh derengî înê pêşkêş dadgeha bilind kir.

Roja pêncşemê, dozgerê dadgeha Amerîka ya navçeya Honolulu Derrick Watson bang li helwesteke dadmend kir, di demekê de ku lîsta endamên malbatên kesên li Amerîka dimînin berferehtir kir.

Ev lîsta nû rê dide dapîr û bapîrên kesên Amerîkî yên şeş welatên piraniya Misilman Îran, Lîbya, Somal, Sûriyê, Sûdan û Yemenê, da vîza wergirin û tevlî malbatên xwe bin li Amerîka.

Watson biryar da ku hikûmet qedexekirina koçberan nesepîne li dapîr û bapîr, nevî, bira û xwîşkên hevjînan, met û xaltî, mam û xal, biraza û xwîşekeza, û dotmam û pismamên kesên li Amerîka dijîn.

Waton her wiha biryar da ku penaberên erêkirin wergirtî ji aliyê ajansên şûnwarkirinê, ewjî karibin derbasî Amerîka bin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG