Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brian Hook: Emê Tole Deynin Hemî Welatên ku ji Îranê Neftê Bikirin


Brian Hook
Brian Hook

Nûnerê Taybet yê Amerîka jibo Îranê Brian Hook îro got ku Welatên Yekbûyî yên Amerîka wê toleyên aborî û sîyasî deyne ser her welatekî ku neftê ji Îranê bikire.

“Emê ceza deynin hemî welatên ku nefta xaw ji Îranê bikire. Emê vekolîna ser wan raportan dikin ku dibêjin nefta Îranê diçe Çînê.”

“Emê ji kesekî re destûreke taybet yan statuyeke xweser nedin ku ji Îranê neftê bikire û emê her cure kirînan bi xurtî ceza bikin.”

Hook bi berdewamî got ku ew baş agahdar in ku Îran pir caran kompanîyên navbeynkar dixebitîne ku amborgoyên heyî pûç bike û rejîma xwe dewlemend bike.

Wî dîyar kir ku rejîma Îranê pir caran pirsgirêkên deryayî derdixe ku derfirotina neftê veşere.

“Îranê gelek caran rê li ber dîplomasî girtiye. Divê ew dawî li berfirehkirina korîdora Şîa û hewilên kontrolkirina Rojhjilata Navîn bînin.

Serok Trump roja Duşemê fermaneke qanûndêr (executive order) îmza kiribû û ofîsa rêberê bilind ya Îranî Ayetullah Xameneyê xistibû nav lîsta toleyan.

Fermana qanûndêr herwiha kesên ku bi wê ofîsê peywendîdar jî xistibûn bin cezayên Amerîkî.

Qesira Sipî ragihandibû ku ev biryara nû wek beşeke hewilên rêvebirîya Amerîkî ya zêdekirina givaştinên ser rejîma Îranê ye ku 40 sal in kiryarên terorîstî dike û dijî Amerîka û hevalbendên wê helwesteke êrîşkar didomîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Trump ji peymana navokî ya navnetewî ya ligel Îranê vekişîbû û biryara jinûve anîna toleyên dijî Îranê dabû.

XS
SM
MD
LG