Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brian Hook: Emê Xwe Radestî Gefên Îranê Nekin


Nûnerê Taybet yê Îranê yê Amerîka Brian Hook dîyar kir ku ewê xwe radestî ‘’gefên hikûmeta Îranê’’ nekin.

Hook da zanîn ku ger Îran girjîya li herêmê gur bike ewê Amerîka bersîvê bide.

Wî got ku Amerîka naxwaze ku bi Îranê re şer bike lê ger ser leşkerên Amerîka yên li herêmê gef çêbe ew bo bersiva tund amade ne.

Nûnerê Amerîkî dîyar kir ku heta rêberên Îranê helwestên xwe diguherînin ewê ‘’toleyên tund’’ bidomînin û da zanîn ku jiber toleyan qezencên petrolê yên Îranê pir daketiye.

Tehranê ragihandibû ku ewê ji hin beşên peymana navokî vekişe.

Hook ser biryara Tehranê got ku dijî normên navneteweyî ye û dîyar kir ku Îran divê wek ‘’welatekî normal’’ tevbigere yan ‘’ewê bibîne ku aborîya wê çawa belav dibe.’’

XS
SM
MD
LG