Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hopkins: Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 84 Mîlyonan Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 84 mîlyonan dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 83,848,572 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan ji 20 mîlyonan borîye. Li dû Amerîka bi pirtir ji 10 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 7,6 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,825,810 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 347,419 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 194,949 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 96,005 kes bi vîrusa korona ketine û 4,782 kes bi wê mirine.

Çaverê ye ku tîmeke Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) di rojên pêş de bo lêkolînên ser destpêka şewba vîrusa korona serdana Wuhanê bike.

XS
SM
MD
LG