Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Keştîyên Bazirganî bi Ewlekarî di Tengava Hormuzê re Derbas Dibin

Tengava Hormuzê
Tengava Hormuzê

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku tevgera keştîyên bazirganî li Tengava Hormuzê di 20'ê Hezîranê de çalak û berdewam e.

CENTCOM di daxuyanîyekê de îro Şemîyê got ku hêzên Amerîkî li herêmê ji bo piştgirîya azadîya keştîvanîyêê operasyonên xwe berdewam dikin.

CENTCOM ev peyam derbarê rewşa li Tengava Hormuzê weşand piştî ki hin raportan ragihandibû ku tengav bi fermana rayedarên Îranê hatîye girtin.

Li gor agahîyên dawî, keştîyên bazirganî bi awayekî normal û vekirî di vê tengava stratejîk de çûnûhatinê dikin. Hêzên Amerîkayê herweha li herêmê amade ne da ku azadîya derbasbûnê biparêzin û rê li her cûreyê gefên li dijî keştîyên sivîl bigirin.

Tengava Hormuzê yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yên cîhanê ye. Beşekî mezin ê bazirganîya petrol û gazê ya navneteweyî di wê re derbas dibe. Berdewamkirina tevgera asayî ya keştiyan di vê herêmê de ji bo bazarên enerjîyê yên cîhanî û bazirganîya navneteweyî girîng tê dîtin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG