Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê 'Aramco' ya Siûdî Zirarên ji ber Krîza Hormuzê Eşkere Kir

Parzîngeha Aramco ya Rei's Tennure, Erebistana Siûdî.
Parzîngeha Aramco ya Rei's Tennure, Erebistana Siûdî.

Serokê Kompaniya 'Aramco' ya Siûdî, Emîn Nasir got ku dabînkirinên cîhanî 2.6 milyar bermîlên petrola xav, di dema şerê bi Îranê re, zirar pêkhatîye.

Roja Sêşemê 'Aramco' ya Siûdî ragihand ku qezenca wê ya safî di çarêka duyemîn ya îsal de bi rêjeya 44% zêde bûye, di demekê de ku bihayên petrola xav ji ber girtina rêyên hinardekirinê û tirsa ji berfirehbûna pevçûnan bilind bûn.

Nasir da zanîn ku cîhan dê berdewam be li ser windakirina zêdetirî 100 milyon bermîlên petrola xav ji bo her hefteyekê dema ku tengava Hormuzê girtî bimîne. Wî diyar kir ku çalakîyên bazirganî yên di Tengava Hormuz re heta niha venegeryane rewşa xwe ya asayî.

Hêjayî gotinê ye piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di dawîya hefteyê de ragihand ku Amerîka û Îran dê rêya dîplomasîyê ji bo çareserkirina alozîyê bişopînin, bihayê petrolê li cîhanê daket. Lê careke din bihayên petrolê roja Sêşemê ji zêdetirî 2% bilind bûn e.

This item is part of
XS
SM
MD
LG