Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Behreyn û Fransa du Bernivîsên Cuda li ser Tengava Hormuzê Pêşkêş Dikin

Behreyn û Fransayê ji bo vekirina Tengava Hurmuzê du bernivîsên biryarên cuda pêşkêşî Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî kirine.

Bernivîsa biryarê ku ji alîyê Behreynê ve hatiye pêşkêşkirin dê rê bide welatan, çi bi awayekî serbixwe yan jî bi rêya hevpeymanîyên deryayî yên pirneteweyî yên dilxwaz, ku "hemû gavên pêwîst" bihavêje, da ku rîya bazirganîya deryayî li tengava Hormuzê û derdora wê biparêzin.

Ajansa Reuters ragihand ku ev hewla dîplomatîk tê wateya egera "Bikaranîna hêzê."

Reşnivîsê herwiha amadebûnê ji bo sepandina tedbîran, di nav de cezayên armanckirî, diyar dike.

Dîplomatan got ku bernivîsa Behreynê ji alîyê welatên din ên Kendava Erebî û Amerîka ve tê piştgirîkirin.

Fransa jî bernivîsa biryareke din jî pêşkêş kiriye ku, li gor Reuters, ji pêşniyara Behreynê "nermtir" e.

Bernivîsa Fransayê behsa Îranê nekiriye, lê daxwazê ji tevahîya alîyan dike ku rewşa niha aloztir nekin û kiryarên dijminkarî li herêma Kendavî ragirin bo vegera rîyên dîplomatîk.

Ji bo ku bernivîsek li Civata Ewlekarîyê ya 15-endamî were pejirandin, herî kêm pêdivî bi neh dengên erê heye û ti endamên herdem veto nekin.

Derbarê bernivîsa Behreynê, 13 endamên Civatê bernivîs bi erê deng dan. Tenê Çîn û Rûsya deng nedan.

XS
SM
MD
LG