Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê yê Almanyayê Horst Koehler Koça Dawî Kir


Serokê Berê yê Almanya Horst Koehler
Serokê Berê yê Almanya Horst Koehler

Serokê berê yê Almanya Horst Koehler di jiyê 81 saliyê de li bajarê Berlin koça dawî kir.

Serokê Almanya Frank-Walter Steinmeier di nameyekê de ji jina Koehler re got, "Bi mirina Horst Koehler, me kesek pir bi qedr û pir hezkirî ku destkeftiyên mezin ji bo welatê me û ji bo cîhanê bidest xist bûn winda kir."

Koehler, aborînasek pispor bû, yekem serokê Alman bû ku ne bi rêya siyasetê bûye serok.

Koehler berî ku bibe serokê Almanya, ew serokê Fona Sendoqa Navneteweyî bû li Washingtonê.

Ew bû serokê Almanya, ku bi piranî serok, rolek merasîmîye li welêt, piştî ku ji hêla Angela Merkel ve hate berbijarkirin, ya ku piştre bû serokwezîra Almanya.

Koehler, di sala 2009 de ji bo cara duyemîn hate hilbijartin, lê salekê piştî serokatiyê wî di meha Gulanê îstifa kir, ji ber ku hat rexne kirin, jiber nêrînên wî yên cuda ser mîsyonên leşkerî yên Alman yên li derveyî welêt.

Serokatiya Almnya di daxuyaniyekê de ragihand ku Koehler di jiyê 81 saliyê de li Berlînê serê sibeya roja Şemiyê 1'ê Şibatê piştî nexweşiyek kurt û giran di nava endamên malabtê de koça dawî kir.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG