Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Berzagona Budceya Pêşnîyarkirî Erê Kir


Civata Nûneran ya Amerîka îro Înê berzagona budceya 1.2 trîlyon dolarî ya pêşnîyarkirî, bi 286 dengên erê beramber 134 dengên na pejirand.

Budceya demkî ya hikûmeta federalî îşev, nîvê şevê teva dibe û divê budceya nû were erê kirin ku xebatên Wezareta Ewlekarîya Navxweyî, Rêvebirîya Xizmetên Dahata Navxweyî û Wezareta Xezîne û Dadê û Wezareta Derve nesekinin.

Di dengdana Civata Nûneran de ji 286 dengên erê, 185 deng ji Demokratan û 101 ji endamên Komarî hatin.

Divê ev berzagon jibo dengdanê here pêş Civata Senatoran û Rêberê Piranîyê Demokrat Chuck Schumer bang li hevalên xwe kir ku bezagon demûdest ji civatê derbaz bikin.

XS
SM
MD
LG