Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hûsîyên Yemenê li Nêzî Yanbu' ya Erebistana Siûdî Êrîşê Keştîyekê Kiriye

Mideast Tensions
Mideast Tensions

Berdevkê koma Hûsîyan ragihand ku hêzên wan li nêzî bajarê bendera Yanbu' ya Erebistana Siûdî li Derya Sor êrîşîê keştîyekê kirine.

Berdevkê leşkerî yê komê Yahya Sarî ev agahî îro roja Duşemê di axaftineke televîzyonî de ragihand.

Koma Hûsîyan piranîya Yemenê kontrol dikin û girêdayê Îranê ye.

Piştî daxuyanîya berdevik Sarî, Behrî -komapanîya keştîyên neteweyî ya Erebistana Siûdî- dîyar kir ku yek ji keştiyên wê, "Amzan", di destpêka rojê de li Deryaya Sor beşdarî bûyerek deryayî bûye.

Lê, Bahrî bi berdewamî got ku got ku tevahîya endamên tîma keştîyê ewle ne û ti mirî yan birîndar tune ne. Kompanîya Erebistana Siûdî hevdem da zanîn ku ew bi keştîyê re di têkilîyê de ye û bi karbidestên pêywendîdar re hevsengîyê nêz didome.

Berîya daxuyanîya Hûsîyan, Navenda Desthilata Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) dijî keştîyeke li Derya Sor êrîşeke ragihandibû ku li i rojavayê Yanbu'ê ji alîyê mûşekek nenas ve, hatiye lêdan.

Herwiha UKMTO got ku hemê tîma keştîyê ewle ne û li ser jîngehê ti bandorek nehatiye destnîşan kirin.

Yanbu bendera sereke ya petrolê ya Erebistana Siûdî li Derya Sor e, ku rojane bi mîlyonan bermîl lê tên bar kirin.

Jiber ku keştî dikarin Tengava Hormêzê, ku Îranê dorpêç kiriye, dûr rewîtîyê bikin¨ Yanbu' niha jibo derxistina petrola Siûdî bûye rêgeha sereke ye.

Ji dema ku Hûsîyan meha borî li Derya Sor li ser keştîyên girêdayî Saûdîyan dorpêçkirin dîyar kirin, keştîvanîya ji Yanbuyê rastî astengîyan tê.

Hûsîyan di hefteyên dawî de li Derya Sor dijî navendên petrolê yên Saûdî û keştîyan jimareke êrîşên din jî pêk anîne, û di Tîrmehê de komê îdia kir ku wan navendên mezin Aramco yên petrolê yên Siûdî li Yanbuyê kirine armanc.

This item is part of
XS
SM
MD
LG