Hûsîyên Yemenê yên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin Şemîyê ragihand ku wan navendên petrolê yên Erebistana Siûdî li benderên Cîzan û Yanbû'ê kirine armanc.
Di heman demê de, hêzên Siûdî çeperên leşkerî yên Hûsîyan li Yemenê bombebaran kirin.
Berdevkê leşkerî yê Hûsîyan Yehya Sarî got ku komê "bi serkeftî" navendên Aramco li Cîzan û Yanbû'ê kirine armanc.
Vîdyoyek, ku li ser medyaya civakî hatiye weşandin û ji alîyê Reuters ve hatiye piştrastkirin, dûmanên ku tê îdiakirin li nêzîk parzûngeha Aramco li Cîzanê radibin nîşan dide. Aramco hîn li ser êrîşan şîrove nedaye.
Li Yanbû'ê, du mûşekên balîstîk li navendên petrolê hatin avêtin, ku çavkanîyên ewlekarîyê yên Yûnanî gotin ku ji alîyê mûşekên Patriot ve hatin pûçkirin. Sîstem li gor peymanekê ji alîyê artêşa Yûnanî ve li Erebistana Siûdî tê xebitandin.
Yanbû' bendera herî girîng a şandina petrolê ya Erebistana Siûdî li ser Deryaya Sor e. Bi astengkirina Tengava Hormuzê ji alîyê rejîma Îranê ve, bender bûye yek ji rêyên serekî ji bo şandina bi mîlyonan bermîl petrola Siûdî. Parzûngeha Cîzanê jî kapasîteya rojane ya 400,000 bermîl heye.
Li hember vê yekê, hêza esmanî ya hikûmeta Yemenê ya ku Erebistana Siûdî piştgirîya wê dike, baregehên avêtina mûşek û dronên Hûsîyan û depoyên çekan li parêzgehên Merib û el-Cewf bombebaran kirin. Koalîsyona bi pêşengîya Siûdî herwiha êrîşek li ser çeperên Hûsîyan li bendera Hudeydayê ragihand.