Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîkî ya Enqerê bi Brunson re Hevdîtinek Kir


Nûnerê Balyozxaneya Enqerê ya Amerîka Jeffery Hovenier
Nûnerê Balyozxaneya Enqerê ya Amerîka Jeffery Hovenier

Nûnerê Balyozxaneya Enqerê ya Amerîka Jeffery Hovenier, li Îzmirê serdana qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson kir.

Hovenier ji medya Tirk re dîyar kir ku wî hem bi Brunson re, hem jî bi xanima wî Norine Brunson re hevdîtinek pêk anîye.

Serdana Brunson bi qasî demjimêrekê dom kir.

Piştî hevdtînê, Hovenier li ser navê hikûmeta Amerîka bang li karbidestên Tirk kir ku Brunson û xebatkarên Tirk yên li mîsyonên Amerîkî dişixulin, berde.

‘’Ez li ser navê hikûmetê xwe bang li karbidestên Tirk dikim ku, bê ku dereng bibe, doza van kesan bi awayekî rêwa bi encam bibin,’’ Hovenier got.

Jiber girtîbûna Brunson, kêşeya di navbera Amerîka û Tirkîyê de gur bûye.

Amerîka hefteya borî dijî du wezîrên Tirk tole ragihandibûn û piştî wê, nirxa lîraya Tirk li hember dolara Amerîkî bi awayê rekor nizim bibû.

XS
SM
MD
LG