Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê 6 Sal û 3 Meh Ceza Dide Hunermenda Navdar Hozan Canê


Hozan Canê
Hozan Canê

Ajansa Reuters ragihand ku dadgeheke Tirk, bi sedema endambûna rêxistineke terorê, 6 sal û 3 meh cezayê zindanê li hunermenda Kurd ya navdar Hozan Canê birî.

Dadgeha bajarê edîtne ya li rojavayê bakurê Tirkîyê îro Çarşemê hunermend Saîde Înac, ku bi navê Hozan Canê tê nasîn, bi îdiaya endambûna Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) mehkûm kir.

Hunermenda Kurd di pêşîya hilbijartinên Hezîranê de, li ser otobuseke kempeynê ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Edîrnê hatibû desteser kirin.

Canê di dadgehê de tawanên hember xwe red kir ku ew endam yan jî hezkira PKK’ê ye.

Wezareta Derve ya Almanya ragihand ku ew xizmetên konsulxaneyî pêşkêşî Înac dikin û ew li ser rewşa wê tim bi karbidestên Tirk re di nav peywendî de ne.

Kerem kin guhdarîya vê hevpeyvîna ligel Hozan Canê guhdar bikin ku hevkarê me Loqman Ehmed berî çend mehan pêk anîbû:

Hevpeyvîn_Hozan_Canê_LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:15:16 0:00

XS
SM
MD
LG