Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hozan Canê Piştî Du Salan Hat Berdan


Hozan Canê
Hozan Canê

Hunermend Hozan Canê, ku li Tirkîyê jiber tawana ‘’endamtîya bo rêxistina terorî’’ 6 sal û 3 meh cezaya girtîgehê sitandibû, hat berdan.

Parêzara Hozan Canê, Newroz Akalan ji medya Almanya re dîyar kir ku Canê roja Çarşemê bi şev ji girtîgeha li Stenbolê derketiye.

Akalan da zanîn ku bo Canê qedexeya derketina derve didome û dîyar kir ku dadgehê jiber bêteşebûna girtîbûna wê ya demdirêj biryar daye ku ew were berdan û doza wê dê bidome.

Hozan Canê, ku hemwelatîya Almanya ye, di sala 2018’an de li Edîrne hatibû desteser kirin û bi tawana ‘’endamtîya bo rêxistina terorî’’ hatibû darizandin û 6 sal û 3 meh cezaya girtîgehê sitandibû.

Parêzara Hozan Canê serî li dadgeha pêdaçûnê dabû û wê dadgehê dîyar kiribû ku ser ti delîla ku raber dike ku Hozan Canê endama rêxistina terorî ye tune ye.

Hikûmeta Almanya ser rewişa Hozan Canê demekê danûstandinên dîplomatîk jî kiribûn.

XS
SM
MD
LG