Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer Pekoz: Biryara Girtina Hozan Canê Sîyasî Ye


Dadgeha Sêyan ya Cezayê Giran a Edîrne bi tawana “Endambûna rêxistina terorê”, 6 sal û 3 meh cezayê zindanê li hunermenda Kurd Saîde Înaç birî ku bi navê Hozan Canê tê nasîn.

Dadgehê, Hozan Canê bi îdiaya endambûna Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) mehkûm kir.

Parêzerê wê Mustafa Pekoz ji Dengê Amerîka re got ku biryara dadgehê dij huqûqe ye û di heman demê de biryareke sîyasî ye.

“Îdiayên ku Hozan Canê endama PKK ye, bê delîl in û dozger parvekirinên wê yên ser medya civakî û dema kişandina filmekî ser komkujîya Êzîdîyan wek delîl dibîne. Jixwe ew fîlm xelat ji wergirtîye. Wenêyên ji fîlm wek delîl têne nişandan. Berbirsê medya civakî yê Hozan Canê, Mehmet Akbaş hat dadgehê, lê dadgehê Akbaş guhdarî nekir.

Dîsa, li ser îdîaya dadgehê ya ku Canê 1 sal û 6 meh li kampên leşkerî perwerde dîtîye, Pekoz got ku ji pasaportê jî xuya dibe ku ew gelek caran hatin û derketin kirîye û herî zêde 3 hefte li cîhekî maye.

Pekoz da zanîn ku ewê biryarê bibin dadgeha bilindtir.

Hunermenda Kurd di pêşîya hilbijartinên Hezîranê de li li Edîrnê, li ser otobuseke kempeynê ya HDP’ê hatibû desteser kirin.

MEB_11_14_2018_Hozan_Cane
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:37 0:00

XS
SM
MD
LG