Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pervîn Buldan: Em Darbeya Dijî Vîna Gelê Amedê Qebûl Nakin


Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û rêvebir û hevserokên jin yên partîyên çepgir têkildarî hewla rakirina parêzbendîya Hevseroka Giştî ya Partîya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz de li Stenbolê preskonferansek li dar xist.

Sibe roja Sêşemê li meclîsa Tirkîyê (TBMM) berîya civîn û dengdana derbarê rakirina destlênedana Aydenîz de got ku ew darbeya dijî meclîs, vîna gelan û gelê Amedê qebûl nakin.

“Tim komîsyonan derbarê hemî îdiayên ku dijî HDP û parlamenterên HDP’ê de heman biryar dan. Em li bendê ne ku biryara sibe careke din li dijî demokrasî, edalet û wijdanê Tirkîyê be.”

Buldan herwiha got ku meclîsa Tirkîyê jibo gelek bûyerên diqewime biryara kombûnê nade û lê ev yek jibo sîyasetvanên Kurd ne wiha ye.

“Hema hema her roj li gelek deverên Tirkîyê nêzî 3 jin tên kuştin, meclîs biryara kombûnê nade. Di dema ku Zaxo tê bombe kirin û sivîlên li wir dijîn û mîna komkujîya Roboskî tên qir kirin, meclîs biryara kombûnê nade. Lê dema mijar dibe HDP û parlamenterên Kurd meclîs bi talîmatekê biryar dide ku bicive, sîyasetvan tên cem hev û derbarê HDP’ê û siyasetvanên Kurd ên ku behsa wan tê kirin de biryarên derqanûnî didin.”

Hevserok Buldan di qedandina axaftina xwe de jî bang li komîsyona ku dê sibe bicive jî kir û got ku dev ji vê darbeyê berdin.

“Di sala 1994'an de bi ferman û talîmata hikûmeta Çîller parlamenterên DEP'ê ji meclîsê hatin derxistin. Çîller serneketî bû û hûn jî sernakevin. Jiber ku weke hûn jî dibînin, weke endamên partîyeke ku ji demokrasîyê bawer dike, aştîyê diparêze û di vî warî de mezin dibe û pêş dikeve heye. Em dixwazin bêjin ku heta ku em aştî û demokrasiyê bînin vî welatî, emê tu carî dest ji vê têkoşînê bernedin.”

Hêjayî birxistinê ye ku HDP ê û DBP’ê di 12'yê Hezîranê de jibo ku bi Rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were banga meşê kiribû, lê jiber ku polîsan destûr nedabû meşê girjî çêbibû. Di navbera Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz û li polîsan de pevçûn derketibû.

MEB_HDP_DBP_Buldan_u Parezbendîya_Aydenîz
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:32 0:00
XS
SM
MD
LG