Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HPG Dibêje Hêzên Wê 15 Dronên Tirk Anîne Xwarê


Hêzên Parastina Gel (HPG) îro Çarşemê ragihand ku hêzên wê ji Sibata 2023’an heta niha 15 dronên Tirkîyê anîne xwarê ku bûyera herî dawî di 1’ê Adarê de qewimîye.

HPG, ku baskê leşkerî yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, îdia dike ku wê sîstemên mûşekan yên nû bi dest xistine ku derfet dide wan ku firokên bêmirov yên Tirkî bê bandor bikin û wan gêr bikin.

Di daxuyanîya HPG de, ku ji alîyê ANF hatine weşandin, de nayê gotin ku sîstema mûşekan çawa û ji ku hatiye peyda kirin, lê ajansê hîn vîdyo weşandine ku dibêje dîmênên ji gêrkirina dronên Tirkîyê ne.

Tevî ku hikûmeta Tirk heta niha bersîvdana îdiayên HPGê nedaye, malpera TRT Haber ya dewleta Tirk ragihand ku yek ji rêvebirên baskê ciwanan ya PKK, Rojda Bîlen di êrîşeke dronî de li bajarokê Pêncewîn ya herêma Silêmanî hatîye kuştin. Lê, di nûçeya TRT de nehat zelal kirin ku ew êrîş kengî çêbûye.

Hêjayî balkişandinê ye ku Tirkîyê di çend salên dawî de, di şerê xwe yê dijî serhildayên Kurd ya li Herêma Kurdistana Îraqê de giranî daye êrîşên dronî û bi gotina karbidestên Tirk gelek zîyanên mezin dane hêzên PKK.

Jêder: ANF, TRT Haber

XS
SM
MD
LG