Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRRKê Kongira xwe ya Şeşan Radighîne


Roja înê di kongereke rojnamevanî de, Hevgirtina rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK kongira xwe ya 6mîn ragihand.

Di kongir de, helbestvan û Serokê HRRK Ehmed Huseyînî, û endamên rêvebir nivîskar Birahîm Xelîl, Mizgîn Gemo amadebûn. Her wisa 2 endamên komîteya rêvebir ya şaxê Ewropa ya HRRK nivîskar Hisên Omer, û Romannivîs Helîm Yûsif amadebûn .

Nivîskar Brahîm Xelîl daxyanîya HRRK xwend.

Di daxyanîyê de ser hestîyariya qonaxa ku herêma Rojava têde derbas dibe hat tekez kirin.

Di berdeamîya daxuyanîya HRRK de, ser rola rewşenbîrên Rojava hat tekez kirin,

Bang li hemû rewşenbîrên kurd hat kirin ku li gorî hestîtyarîya vê pêvajiyê bin, û bi xwedî helwesteke rewşenbîrî rasteqîne bin.

Helbestvanê kurd yê navdar û Serokê HRRK Ehmed Huseyînî ji dengê Aamrîka re got kongirê wan yê 6an di demeke pirr hestîyar de ye, û divabe rewşenbîr li gorî vê yekê bin.

HRRK ku rêxistineke sivîle ne hikûmî ye, di sala 2004 an hatibû damezirandin li Rojava di sala 2016 ve xwe birêxistin kir, û hejmarek mezin ji rewşenbîrên Rojva yên li welat û yên li derve di nav xwe de rêxistina kir.

Di ser dêrjahîya salên karên HRRK gelek çalakî, fistîvalên rewşenbîrî li darxisrtin, her wisa weşanên wê bi zimanên Kurdî û Erebî jî hene,

Li gorî nivîskarê kurd Brahîm Xelîl ku HRRK dikarîbû azadîya nerînê di navxwe de biparêze, û bi xwedî bandor be li ser patrtîyên bakûrê Sûrîyê.

Hêjaye gotinê ye ku biriyare ku HRRK wê di 28 vê mehê de kongirê xwe yê 6 an li Qamişlo yê darbixîne.

Raporta Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:52 0:00

XS
SM
MD
LG