Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zuhêr Hesîb Yekemîn Xelata HRRKê ya Afirandinê Wergirt


Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)ê roja înê, li bajarê Qamişloyê, xelata xwe ya yekem a afrandinê ragihand.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ku guhdanê dide wêje, çand û hunera Kurdî xelata xwe ya salane ya afrandinê pêşkêşî şêwekarê Kurd yê navdar Zuhêr Hesîb kir.

Di presskonfirasekê de navê Şêwekar Zuhêr Hesîb ragihand, her wisa HRRK bal kişand ser ku di encama hevkarî û têkilîya di navbera HRRK bi karsazên kurd re, bi taybet yên li Ewropayê, xelata aborî jî hat destnîşankirn.

Serokê HRRK Helbestvanê Kurdê yê navdar Ehemd Husyînî bal kişand ku armanca HRRK ew e geşepêdana rewşa rewşenbîrî ye.

Di berdewamîya axaftina xwe de birêz Huseyînî got ragihandina xelata HRRK ya Afirandinê gaveke giring e ber bi vê armancê ve.

Helbestvanê kurd Ehmed Huseyînî ji Dengê Amarîka re anî ziman ku ji ber şêwekar Zuhêr Hesîb yek ji keseyetên herî bi bandor bû di warê şêwekarîyê de hêjayîbû wergirtina vê Xelatê.

Hêjayî balkişandinê ye ku şêwekar Zuhêr Hesîb ne agehdar bû ji bijartina wî ji bo xelata HRRK.

Di peywendîya Dengê Amarîka bi birêz Hesîb re agahî nas kir û hestê xwe anî ziman.

Hêjayî gotinê ye ku HRRK ji 2004an ve li Ewropayê hat damezrandin. û kongirê xwe yê 5an 2017 li Qamişlo li dar xsit, ku tê de biryar dan ku navenda HRRK bû Qamişlo.

Û ji wê demê ve hejmarek mezin ji çalakîyan li dar dixe, û pêncemîn festîvala HRRK ya Çand û Hunera Kurdî li Kobanîyê berîya heftîyekê li dar xistibû.

Raporta Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:38 0:00

XS
SM
MD
LG