Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRRK Xelata Afirandinê Dide Reşîd Sofî û Mihmed Elî Şakir


Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) îro li navenda xwe ya Ii Qamişlo di preskonferanek dar xist û wergirên xelata HRRK’ê ya Afirandinê ji bîragiştî re eşkere kir.

Serokê HRRK’ê Welîd Bekir di preskonferansê de got ku wan xelata vê salê bi hevparî daye hunermendên navdar Reşîd Sofî û Mihmed Elî Şakir.

Bekir da zanîn ku ked û xebatên her du hunermendan di pêşxistin û geşkirina muzîk û hunera Kurdî de bi bandor in, loma ew hêjayî xelata HRRK’ê ya 2019an hatin dîtin.

Reşîd Sofî ku ji Kobanê ye, bi dehan salan e jibo muzîka Kurdî xebat kir û stran û awazên wî li nava gel belav bûne.

Mihemed Elî Şakir ji Serêkanî ye û ew jî bi dehan salan e awazên Kurdî diafirîne û hunermenên navdar yên mîna Mihemed Şêxo awazên wî strane.

Hêjayî gotinê ye ku xelata HRRK’ê ya Afirandinê sala borî ji şêwekar Zuhêr Hesîb re hatibû dayîn.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00

XS
SM
MD
LG