Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRRK Konê Reş û Salihê Heydo Xelat Dike


Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) her du rewşenbîrên Kurd, Salihê Heydo û Konê Reş xelat kirin.

Salihê Heydo
Salihê Heydo

Xelata Afirandinê, bi kongiryekê Rojnemevanî li navanda HRRK ê ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna hejamrek rewşnbîr hate ragahand.

Di derbarê vê bûneyê de Rêvebirê HRRkê Ahemd Hûseyênî got:

''Di sala 2016an de ev xelat hatiye ragihandin û her sal kesayeteke rewşenbîrî tê xalat kirin''.

Li gorî Endamên HRRKê armanc ji vê çalakiya salane biştgirya karê rewşenbîrî li devera kurdan.

Konê Reş
Konê Reş

Endama Rêviber ya HRRKê Diyala Elî dibêje:

''Her dû rewşenbîr layiqî Xelata Sersaliya Çaremîn a Afirînerî bpn ber ku kedek wan ya bi salan di derbarê ziman, dîrok û çanda kurdî de heye''.

Li gorî komîteya Kargêr ya HRRKê hilbjartina Rewşnebîran bo wergiritna vê xelatê li gorî pirensîbên ked û berhemêdariya cawaz her wiha , rastbûn, û nirxê zanîn û rewşenbîrî tê dayîn.

Li gorî komîteya HRRkê, Konî Reş û Salih Heydo nirxên kurdayetiyê û mirovatiyê di wateya xwe ya berfireh bi dehan pirtûka, lêkolînên giranbuha afirandine lewra ew ji bo xelata vê salê hatin hilbjart in.

Helbestvanê Ebdullrehman Mihemed li ser çalakiyên hûnerî û çandî yên mîna vê çalakiyê dibêje:

''Di van salên dawî de rewşa çand û hûnera Kurdan li bakur û rojhilatê Sûriyê pir li pêşketiye, ev yek dihêle ku pirtûkxaneya kurdî berfireh bibie bi berhemên cûrbicûr''.

Saleh Heyîdo di sala 1957an de li gundê Hassî Osû yê girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûye, 75 pirtûkên wî hene, 36 jê çap bûne.

Kony Reş, di sala 1953 de li gundê Doda yê girêdayî bajarê Qamişlo ye, di warê dîrok û zimanê Kurdî de nêzî 13ê pirûkên wî hene.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:23 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG