Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW ji Kuştina 4 Kurdên Efrînî ya Şeva Newrozê Tirkîyê Berpirs Dibîne


Jibo dilsozîya bi qurbanîyên malbata (Pêşmerg) re, ku di şeva Newrozê de li barjarê Cindirêsa yê Efrînê li ser dest komên çekdar hatibûn kuştin, konê sersaxyê li penageha Şehba ya derbiderên Efrînî, hate vegirtin.

Ji malbata qurbanîyan, Ebdîn Osman ku bavê wî, du ap û pismamekî ve, di bûyerê de hatibûn kuştin, ji Dengê Amerîka re axivî.

Osman wiha got: “Jerkî erdhej çêbûye xanîyên malbata me seqet bûbûn, loma ew li derve rûdinin, ku şeva bûyerê anku şeva Newrozê agirek pêşiya xanî vêxistibûn, gava çekdaran êrîş kir û 4 kes ji malbata me kuştin”.

Herwiha Human Rights Watch doh li ser bûyerê raportek belav kir, tê de got ku “Çekdarên (Artêşa Niştimanî ya Sûrî) ku bi ser Tirkîyê ve ye, fîşek berdane û 4 kes ji malbateke Kurd li Cindirêsê kuştine dema ku wan cejna Newrozê pîroz dikir”.

Raportê dîyar kir ku: “Ev bûyera kuştinê piştî 5 salan ji binpêkirinên berdewam hatiye, ku hêzên Tirkî û komên Sûrî yên çekdar ku pêve girêdayî ne, rê li ber binpêkirinan nagirin, herwiha sûcdar nayên darizandin”.

Raporta HRW herwiha dest nîşan kir ku Tirkîyê weke hêzeke dagîrker li Efrînê pêwîste lêpirsînê derbara bûyera kuştinê de bike ku sûcdar werin darizandin.

“Tirkîyê divê piştevanîya komên çekdar yên (Artêşa Niştimanî ya Sûrî) qut bike, ku bi awayekî sîstemetîk mafên mirov herwiha yasaya navneteweyî ya mirovî binpê dikin”.

Ebdîn Osman xwest ku kujerê malbata wî werin darizandin û komên çekdar ji Efrînê werin qewtandin û wiha banga xwe parve kir: “Ji hemû Kurdan li her derê dixwazim dest bidin hev û serî hildin, piştgirî bidin Efrîn û Cindirêsê em van çeteyan biqewtînin, daku xwîna bav û apên min li erdê nemîne”.

Li bajarê Cindirêsê jî eve 3 rojin xwepêşand û mangirtin li pêşîya xanîyê malbata qurbanîyan (Pêşmerg) pêk tên.

Di daxuyanîyekê de ku li ser navê xwepêşander û malbata qurbanîyan hatiye belav kirin, hatiye xwestin ku: “Herêm bikeve jêr parastina navneteweyî û komên çekdar ji Efrînê werin derxistin, herwiha hemû girtîyên Kurd di zindanên komên çekdar de werin berdan û mal û milkê dest danîne ser jibo xwedîyên wan vegerînin”.

NR_03_23_2023_HRW_Jindires
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00
XS
SM
MD
LG