Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Piştî Azadbûna Alîdostî Bang li Tehranê Dike ku Girtîyên Din jî Berde


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) ser azadbûna Lîstikvan Taraneh Alîdostî daxuyanîyeke kin weşand.

HRW'ê ji Twitterê dîyar kir ku Alîdostî jiber zexta hikûmetê ya li ser xwenîşandiran rexne kiriye, hate zindan kirin û piştî 3 hefteyan hatiye berdan.


Wê sazîya navneteweyî dîyar kir ku divê Îran hemî kesên bi awayekî nehiqûqî hatine girtin berde û dadgehkirina nehiqûqî rawestîne.

Alîdostî, ku li Îranê yek ji aktrîsên navdar e, di 17ê Berfanbarê de piştî piştgirîya xwe ya bo xwenîşanderan ragihandibû, li ser gotinên hevkarîyê hatibû desteser kirin.

Ew ketibû Girtîgeha Evînê ku zindanîyên sîyasî lê dimînin.

Medya dewletê ya Îranê dîyar kiribû ku Alîdostî jiber belavkirina nûçeyên derew hatiye desteser kirin.

Di rojên borî de pirtir ji 500 hunermandên cîhanê bi nameyekê bang li Tehranê kiribûn ku Alîdostî demûdest berde.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG