Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Grûbên Çekdar Yên Girêdayî Tirkiyê Tawanan Encam Didin


Rêxistina navnetewî ya mafên mirovan "Human Rights Watch" roja Çarşemê di raporteke xwe de, tawanên ku grûbên çekdarên girêdayî Tirkiyê tine pêş çavên raya giştî.

Rêxistina HRW dibêje, grûbên çekdar yên Sûrî ku Tirkiye piştevanîya wan dike û bi navê"Leşkerê Niştîmanî yê Sûrî" kesên sivîl li meydana bê dadgeh û ji derveyî qanûnê li sêdarê didin, herwiha endamên tîma hewarçûnê li herêmên bi nave "herêma Aram" hinda kirine.

HRW, dîsan dibêje, divê Tiriyê lêkolînê derbarê wan binpêkirinên mafên mirovan bike yên ku dikevin di çarçova "tawanên cengê" de, yên ku li herêma niha li jêr kontrola wê de rû didin.

Rêvebra beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa ya rêxistina navnetewî HRW Sarah Leah Whitson dibêje"Li sêdaredan, talan kirina malan, nehiştina vegerîyana xelkî bo ser mal û milkên wan" ev hemû belgene ku herêma ku Tirkîya bi "herêma aram" nav dike herêmek ne arame.

Raporta HRW dibêje, grûbên çekdar yên niha rêveberîya herêmê xistîye jêr kontrola xwe binpêkirinên li dij mafên sivîlan encam didin û li gor nijadperistiyê tev digerin.

Temametîya raporta Human Rights Watch verziyona bi zimanê Arabî bibîne.

XS
SM
MD
LG