Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêriya Mafên Mirovan: Divê Berpirsên Amerîkî Derbarê Eşkencê Bên Lêpirsîn


Racî Bîlîcî Derheqa Raporta HRW ya Derheqa Tirkîyê Dipeyîve
Racî Bîlîcî Derheqa Raporta HRW ya Derheqa Tirkîyê Dipeyîve

Çavdêriya Mafên Mirovan(HRW), di raporta xwe ya nû de, daxwaz dike serokê berê yê Amerîka G.W Bush û berpirsên din yên hikûmetê bên lêpirsînkirin.

Ev rêxstina mafên mirovan, dide zanîn ku, divê derabrê binçavkirin û eşkencedana kesên bi goman û tawana terorê piştî buyerên sala 2001an hatbûn girtin, bên darizandin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, daxwaza Îdara Barack Obama serokê niha yê Amerîka red dike, yaku astengiyên yasayî weke rêgir dibîne jibo tawanbar kirina berpirsên dewletê.

Wezareta dadê ya Amerîka li gor daxwaza serok Obama di sala 2012an de, jibo serastkirina yasaya li dij eşkencê plana bi navê (Lêpirsînek layiq) dabû destpêkirin, ku êdî dema bergoman û tawanbar bên girtin eşkence li wan neyê kirin.

Çavdêrî dibêje, ji sedema eşkenca li kesan hatiye kirin, divê hin berpirsên berê yên Amerîka, yên weke Cêgirê berê yê serokê Amerîka Dick Cheney, serokê Saziya Îstaxbaratê George Tenet,rawêjkara asayişa netewî Condoleezza Rice û gelek berpirsên din, lêpirsîn lidij wan bê encamdan.

HRW dibêje, di rapora Civata nûneran de hatiye ku, bernameke wan hebû jibo berpirs dîtina wan serleşeker û hind endamên girêdayî saziya Îstîxbarata Amerîkî (CIA) yên li Afganistanê, Pakistanê û hind cihên dî, wan eşkence li gelek kesan kiriye, hejmara wan digihîje 3000 kesan, gelek şêwazên êşkencê li wan hatbûn kirin.

Kenneth Roth Serokê bicîkar yê rêxstina HRW dibêje" herçende sal di ser rapora civata nûneran de, ya lidûçûnên eşkencê derbasbû, lê hêj îdara Obama pêngavek jibo çareseriya vê pirsê ne avêtiye.

XS
SM
MD
LG