Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di daxuyaniyekê de ragihand, kontrolkirina înternetê ya hikûmetê ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiyê metirsî ye û bang li kompaniyên torên civakî kir ku li hember wan zextan rawestin û ji bo rewşa awarte plansaziyê çê bikin.
Di rapora roja Çarşemê de, HRW got ku hilbijêr dê di 14ê Gulanê de biçin ser sindoqan û bi fikar in ku hikûmeta Erdogan dê kontrolek bihêz li ser jîngeh û mediay dîjîtal bike da ku encamên hilbijartinê biguherîne.
Rapora rêxistinê, ku xetereyên potansiyel yên li ser jîngeh û di warê înternetê de li Tirkiyê di dema pêş hilbijartinan de lêkolîn dike, dide zanîn ku hikûmeta Tirkiyê ya ku dîroka wê ya tepeserkirina ramanên dijber li ser înternetê heye, çawa aalavên berfireh yên sansura dîjîtal bikar tîne.
Di raporê de her weha gavên girîng û horgiliyên ku çawan platformên tora civakî û karûbarên xizmetgozariyê tedbîran bistînin gavan bavêjin da ku erkên xwe yên mafên mirovan yên hilbijartinê bicîh bînin.
Deborah Brown, lêkolînerê teknolojiyê yê payebilind li Human Rights Watch, di daxuyaniyê de got:
"Hikûmeta Tirkiyê ji bo ku beriya hilbijartinan nerînên xwe yên derbarê hilbijartinê û encamên wê de diyar bikin, ji bo ku kontrola xwe tundtir bike û sansurê li ser medyaya civakî û malperên nûçeyan yên Online yên serbixwe kon trol bike, sansur zêde kiriye."
Ji hejî bîrxistinê ye ku Parlamentoya Tirkiyê di 13ê Cotmeha 2022an de komek guhertinên nû yên ku bi navê "qanûna sansûrê" tê naskirin, pejirand û tawanên axiftinên tawankar yên nû destnîşan kirin, ku sansûra Online kûrtir dike û gihandina agahiyan sînordar dike, li gorî Xala 19an û Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan.
Jêder: Ajans/ HRW