Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Bang li NY Dike ku Ambargoya Çekan Deyne Ser Rejîma Sûrî


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku ambargoya çekan li ser hikûmeta Sûrîyê deyne, piştî ku êrîşên esmanî yên rejîma Esad li nêzîkî Şam bi dehan sîvîl kuştibûn.

HRW îro Pêncşemê bi daxuyanîyeke nivîskî dibêje, wê bi 4 dîdevanên re peyîvîne û wan gotiye ku li bajarokê Duma ku rastî êrîşên rejîme hatibûn, ti navendeke leşkerî tuneye.

Şahid gotine ku bingeha leşkerî ya herî nêzîk 2 km ji cîhê bûyerê dûr e.

Di wê êrîşa 16 Tebaxê de herî kêm 112 kes hatibûn kuştin ku bi piranî kesên sîvîl bûn.

Cîgirê Dîrektorê Rojhilata Navîn ya HRW Nadim Houry dibêje, bombekirina bazareke şenîbar, di ronahîya rojê de nîşan dide ku çawa jîyana sîvîlan jibo rejîma Sûrî bê qiymet e.

XS
SM
MD
LG