Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Di Medya Tirkîyê de Herî Zêde HDP Tê Asteng Kirin


Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) bal kişand ku hilbijartinên Tirkîyê yên 24’ê Hezîranê, di Rewşa Awarte de li dar dikevin û dîyar kir ku hilbijartin dê pergaleke nû ya serokomarîyê tîne.

Dîrektorê HRW’ê yê Ewrupa û Asya Navîn Hugh Williamson got ku kî bi ser dikeve bila bi ser keve divê were fehm kirin ku hilbijartin bo çi tên kirin û encamên pergala nû ya serokomarîyê werin dîtin.

Williamson dîyar kir ku hilbijêr di hilbijartineke adil de roleke girîng dilîzin û da zanîn ku divê partî û berbijar bo wan bi awayekî eşkere karibin kempeyna hilbijartinê li dar xînin.

HRW’ê da zanîn ku partîyên rikeberîyê bo hilbijartina parlamento û serokomarîyê, di rewşeke dijwar ya siyasî de têkoşînê dikin.

HRW’ê bi bîr xist ku hikûmeta Tirkîyê di du salên dawîyê de li ser medyaya serbixwe zext çêkirine û dîyar kir ku bi qasî temamê kanalên televîzyonan ketine bin kontrola desthilatê.

Rêxistina navneteweyî da zanîn ku li gor hin delîlan, partîyên rikeberîyê bi awayekî pir kêm di medyayê de tên raber kirin.

Li gor rêxistinê, herî zêde Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi astengîyan re rû bi rû dimîne.

HRW’ê dîyar kir ku berbijarê serokomarîyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û hin berbijarên wê partîyê ji girtîgehan kempeynê dimeşînin û da zanîn ku ew jiber sedemên siyasî bi sûcên terorê tên tawanbar kirin.

HRW’ê da zanîn ku encama hilbijartinê çi be jî dê desthilata serokomarîyê zêde bibe û rola parlamentoyê ji berê kêmtir bibe.

XS
SM
MD
LG