AMMAN, 20ê Oktoberê (Reuters), sedan penaberên Sûrî yên ji welat reviyane û piştî vegeriyane, ji aliyê desthilata Sûrî û milîtanên aligirên wê serederiyek xerab ligel wan tê kirin, ev yek di raporta rêxistina navnetewî ya Çavdêriya mafên mirovan (HRW) de hatiye ku îro Çarşemê hatiye weşandin.
Di raporta rêxistina HRW de 65 halet di navbera 2017ê 2021ê de hatine tomar kirin yên ku ji Urdin û Lubnanê vegeriyane û paşî hatine girtin, êşkencedan û kuştina bê dadgeh kirin, herwiha ew rastî nehezî û derxistina bi darê zorê hatine. Raporta HRW desthilata her du welatan Urdin û Lubnanê bi "ِAjendaya vegerandina dojminkarane" ya li dij penaberan tawanbar dike.
Sara Kayyali, lêkolera Sûrî ya jibo rêxistina mafên mirov ya bingeha wê li Amerîka kar dike gote ajansa Reuters "Me dî ku hikûmeta Sûrî heman binpêkirina li dij penaberan encam dide ji dema – Destpkirina şerî- ji 2011 heta niha, tu guherînek çênebûye." Herwiha wê got "Sedemên revîna wan hêjî wek xwe ne."
Yek ji çîrokên raporta rêxistina Çavdêriya Navnetewî HRW, ya rewşa zilamekê bi navê Şadî ye, dema ku ji Urdinê vedigere tê girtin û wî bi zorî dibin jibo temaşekirina êşkencedana girtiyên din û dibêje "wan ez birim bo dîtina kesekî ku lêpirsînê li dij wî didin destpêkirin yê 60 salî, dema ku bi hêza elektirkî bedenê wî êşkence dide û li wî dixist, heta ku êdî navê xwe jibîr dikir." Şadî dîsan dibêje, "Wan zilamek din yê 80ê salî anî hemberî min, wî nexweşiya şekirê hebû, ew jî da ber hêza elektirkê, ew yê kor bû, piştî çend rojan di zîndanê de mir."
Raporta HRW ku navnîşana "Jiyana Me Weke Mirinê" ye, hevpeyvîn ligel berpirsên Netewên Yekbûyî, rêxistinên civaka sivîl û parêzeran kirîye.
Şerê li Sûriyê bûye sedema mirina 100 hezaran û koçberbûn û penaberbûna milyonan kesan, lê hikûmeta Sûrî red dike ku penaberên vedigerin rastî êşkence û tolhildanê tên, Serokê Sûriyê Beşar Asad dibêje, milyonan Sûrî li welatên mêhvandiya wan dike tên tirsandin ku wan welatan bimînin da ku bi behaneya wan sûdê ji alîkariya navnetewî bistînin.
Lê HRW, Lubnanê ya ku rastî rewşeka aloz ya aborî û siyasî hatiye bi "Ajendaya vegerandina dojminkarane" tawanbar dike, da ku mana penaberan kêm bike bi zehmetkirina jiyana wan û amade kirina hinan bo dersinor kirinê.
Wezîrê Pirsên Civakî Hector Hajjar gote HRWê, Lubnan pêgire bi mercên nevegerandina penaberên Sûrî bi dare zorê, û ew rêzê li peymanên navnetewî digirin yên vegerandineke bi ewle bo ciyên wan.
HRW, bang li hemî welatan kir ku vegerandina penaberên Sûrî bi darê zorê rawestînin û got "Her daxwazeke pêşwext ya vegerandinê dê bibe sedema metirsiyek mezin û heta mirinê jî."
Urdinê bi şêweke zelal û eşkere heta niha vegera penaberan bi darê zorê encam nedaye, lê wê rê li hember karkirina biyaniyan girtiye, bi gotina ku ew rê bidin karmendên navxweyî da rêjeya bêkariyê kêm bikin.
HRW dibêje, hejmara vegera penaberên Sûrî ne zêdeye, Abou Alaa yek ji penaberên Sûrî li kampa Akkar, li Lubnanê got "Eger ku ewlehî hebe li Sûriyê kîye yê nexwaze ji biyaniyê vegere welatê xwe," lê niha ewlehî nîne û tiştek tuneye ku me pal bide jibo vegerê.