Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW, Hikûmeta Sûrî bi Xebitandina Gazên Kîmyayî Sûcdar Dike


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) di raporteke nû de îro Duşemê hikûmeta Sûrî bi xebitandina gazên kîmyayî sûcdar kir.

HRW dide zanîn ku di mehên dawî de, hikûmeta Sûrî di çar bûyerên cihê de çekên kîmyayî bi kar anîne ku di nav wan de êrîşa 4ê Nîsanê ya li Xan Sêxûn jî heye ji dora 100 kes tê de hatibûn kuştin.

HRW dîyar dike ku hêzên dilsozên Serokê Sûrî Beşar Esad jî di Rêbendana 2016 û Adara 2017an de bi gazên kîmyayî êrîşan pêk anîne.

Dîrektorê karger yê Çavdêrîya Mafên Mirovan, Kenneth Roth dibêje ku karaînna gazên kîmyayî ji hêla hikûmetê ve belave ye û sîstematîk e.

"Di nav şeş mehên dawî de, hikûmeta Sûrî bi firokên ceng, helîkopter, û hêzên bejeyî êrîşên bi gaza klorîn û sarîn li Şam, Hema, Îdlib û Helebê pêk anîn.”

Raporta HRW bang li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî dike ku demûdest biryarek bipejirîne û bang li hemî alîyan bike ku hevkarî ligel vekolerên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) bikin.

HRW herwiha daxwaz dike ku li hember alîyên ku ji hêla OPCW ve sûcdar bêne dîtin, dê toleyên nû yên aborî bêne danan.

XS
SM
MD
LG