Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW di Rapora Salane de Cîh Dide Rewşa Mafê Mirovan li Sûrîyê


Rêxistina Çavdêrîya Mafê Mirovan (HRW) raporta xwe ya salane weşand ku tê de qala rewşa mafê mirovan ya li seranser cîhane dike.

Di raportê de Sûrîyê, ku ji sala 2011ê vir bûye qada şer, cîhekî fireh digire û ser binpêkirinên mafê mirovan, êşkence, kuştinkarî û tawanên ceng yên ji alîyê rejîma Sûrî û Rûsya û herwiha Tirkîyê û komên girêdayî wê agahîyên girîng hene.

HRW dibêje ku ji destpêka şerê navxweyî vir ve, alîyên şer guh nedan mafê mirovan û parastina qanûnên mirovahî û wê gihişt wê encamê ku hejmarek ji wan êrîşên hevbendîya Rûsî-Sûrî, digihin asta tawanên şer û tawanên li dijî mirovahîyê.

“Di Gulana sala 2021ê de, Beşar Esad bo cara çaran serokkomarî bo heft salên din misoger kir, di proseyeke hilbijartinê ya ne di bin sîwana proseya sîyasî ya Neteweyî Yekbûyî (NY) de, ku di pabendbûna bi pîvanên hilbijartineke azad û pak de bi ser neket. Dema wî ya nû di seroktîyê de hevdemê wê yekê hat ku bi sedan kes, di nav wan de penaberên vegerîyayî, li ser destê dezgehên wî yên ewlekarîyê rastî binçavkirinên nerewa û êşkenceyê hatin, di demekê de ku bi mîlyonan kes di bin birçîbûnê de dinalin, jiber ku hikûmeta wî hevkarî desteserkirinê bû û di wê yekê de bi ser neket ku krîza aborî ya dijwar, a ku ji encama têkbirina jêrxana welat û astengîyên li welatan derdorê derketîye, bi awayekî dadperwerane çareser bike.”

HRW ji zarê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Kordînasyona Karûbarên Mirovahî (UNOCHA) bi bîr tine ku kêmahîya hewcedarîyên bingehîn yên wek nan û sotemenî bûye beşej ji jîyana rojane.

“Hejmara kesên ku pêwîstîya wan bi hevkarîyên mirovî heye di sala 2021ê de ji sedî 21 zêde bûye û ew hejmar bi tevahî gihiştîye 13.4 mîlyon kesan ku di nav wan de 1.48 mîlyon kes hene ku pêdivîya wan a dijwar bi hevkarîyê heye.”

HRW bal dikşîne ku heta dema nivîsîna raportê, tenê zêdeyî yek ji sedî ji nifûsa welêt vaksîna li dijî COVID-19ê wergirtine. Ew dibêje tirs ji wê yekê heye ku hikûmet nikaribe vaksînan bi awayekî dadperwerane parve bike.

HRW di raportê de derheqa deverên bin dagirkerîya Tirkîyê de jî agahîyên balkêş dide û dîyar dike ku Tirkîye û komên xwecîhî yên Sûrî maf û azadîya sivîlan binpê dikin.

“Di Cotmeha sala 2019an de, Tirkîyê êrîşek bir ser hin navçeyên bakurê-rojhilata Sûrîyê û ew dagîr kirin, ew dever ji wê demê ve di bin kontrola wê de ne. Hevdemê wî karî, mal û milkên taybet ên welatiyên Kurd ên xwedîyê cih hatin wêrankirin û desteserkirin. Di Kanûna heman salê de, desthilata Tirkîyê û grûpek çekdar a ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî- a dijberî hikûmetê û Tirkîyê piştgirîyê dike, herî kêm 63 welatiyên Sûrî binçav kirin û bi awayekî neyasayî ew ji bakurê-rojhilata Sûrîyê bo Tirkîyê veguhestin, da wan bi gunehên giran ên ku sizaya wan digihe zindana hetahetayî, dadgeh bike. Di Cotemha sala 2020ê de, ji wan her 63ê kesan, cezaya zindana hetahetayî derheqê 5 kesan de derket.”

HRW ji zarê Tora Sûrî ya Mafên Mirovan radigihîne ku di sala 2021ê de, Artêşa Netewî ya Sûrî bi awayekî nerewa 162 kes binçav kirine û komên bin sîwana wê li ser karê leşkerkirina zarokan berdewam in û di sala borî de bi kêmanî 20 zarok hatine leşker kirin.

Di raportê de qala binpêkirinên ji hêla Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Koalîsyona bi pêşengîya Amerîkayê jî tê kirin û tê gotin ku HSDê kesên wek çalakvan, rojnamevan û mamoste jî di nav de, 369 kes bi awayekî nerewa binçav kirine.

“Ev bêhtirî 2 salan e ku zêdetir ji 60 hezar mêr, jin û zarok ji alîyê desthilatdarên xwecîhî yên li bakurê-rojhilata Sûrîyê ve binçavkirî ne. Ew di rewşên kambax, nerewa, nemirovahî de, ku jîyanê metirsîdar dikin, bêyî ku ew kes bêşdarî dadgehê bên kirin. Di nav wan de nêzîkî 43 hezar kesên bîyanî hene ku 27 hezar ji wan zarok in.”

HRW bi bîr dixe ku tenê 25 dewlet hemwelatîyên xwe vegerandine yan jî di warê vegerandina hemwelatîyên xwe de alîkar bûne, lê piranîya wan welatan tenê derî li pêş hejmareke kêm vekirine.

HRW nerazîbûna xwe dîyar dike ku di warê dîyarkirina çarenivîsa bi hezaran kesên ku ji alîyê Dewleta Îslamî ve hatine hindakirin de, ti pêşdeçûnek ji alîyê desthilata bi serkêşîya Kurdan yan jî ji alîyê hevpeymanîya bi serkêşîya Amerîkayê ve pêk nehatiye.

Dîsa, raport dide zanîn ku krîza derbiderîya Sûrîyan yek ji karvedanên herî xerab yên şerê berdewam e û Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Kordînasyona Karûbarên Mirovahî (UNOCHA) dîyar dike ku ji 2011ê vir ve, 12.3 mîlyon kes bi neçarî ji mal û cîhên xwe revîyane ku di nava wan de 6.7 mîlyon kes hene li seranserî welêt derbider bûne.

Xwendevanên me dikarin bi lînka https://www.hrw.org/ku/world-report/2022/country-chapters/380768 rapora HRW ya bi zimanê Kurdî bixwînin.

XS
SM
MD
LG