Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW ji Rewşa Aloz ya Mafên Mirovan li Tirkîyê Xembar e


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) di daxuyanîyeke nivîskî de bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan li Tirkîyê ku pirtir jî 1000 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve li wî welatî hatine girtin.

HRW dibêje, girjî û alozîya navbera hikûmeta Tirkîyê û Kurdên wî welatî zêde bûye û giheştiye asteke pir xeter, piştî êrîşa xwekujî ya li Sirucê ku DAIŞ tê sûcdar kirin.

Piştî wê êrîşê, karbidestên Tirk bi awayekî tund operasyonên bersîvdanê li hember PKK û DAIŞ dane û li seranser welêt pirtir jî 1000 kes girtine, malperan blok kirine û xwepêşandana qedexe kirine.

HRW di daxuyanîya xwe de balê dikşîne ku piranîyeke eşkere ya wan kesên girtî bi gumana peywendîya ligel PKKê hatine desteser kirin û hejmareke biçûk jî bi sedema peywendî bi DAIŞ û komeke biçûk ya çepger.

HRW rexne li Tirkîyê dike ku wê bersîvdana hikûmeta Tirk xeterîyeke girîng tîne ser mafên mirovan jiber ku tawaneke zelal li hember kesên girtî nayên nîşandan.

HRW bi bîr tîne ku hikûmeta Enqerê xwedîyê tomareke wiha ye ku mesela terorê bo bêdengkirina hevrik û cudabîran bi kar tîne, bizavkarên aştîxwaz yên Kurd, wekî ku endamên PKKê ne, binçav dike û ceza dide wan.

Îngîlîîzya daxuyanî ev e: https://www.hrw.org/news/2015/07/30/dispatches-amid-rising-tensions-dangerous-moment-rights-turkey

XS
SM
MD
LG