Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Banga Vekirina Dozeke Qanûnî li Dijî Tirkîyê Dike


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Çend rêxistinên mafên mirov yên navnetewî bang li Civata Komîteya Ewrupa ya Wezîran kir ku proseseke qanûnî li dijî Tirkîyê destpê bike, ji ber ku Enqere biryara Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirov (ECtHR) derbarê azadkirina çalakvanê mafên mirov Osman Kavala pêk ne anî.

Çavdêrîya Mafên Mirov (HRW), Komîsyona Navnetewî ya Dadweran û Projeya Piştgirîya Darizandinê ya Tirkîyê îro Duşemê di daxunîyekê de pêşnîyar kir ku Civata Ewrupî di civîna xwe ya 14 heta 16’ê Îlonê de vê prosesê bîne holê.

Di heman kombûnê de, Komîteya Civata Ewrupî dê herwiha rewşa fermaneke din ya ECtHR derbarê azadkirina lezgîn ya sîyasetvanê Kurd Selahattin Demîrtaş bişopîne. Hikûmeta Tirkîyê li dijî wê biryarê jî derketiye.

Her sê rêxistinên mafên mirov, Federasyona Navntewî ya Mafên Mirov, pêşnîyarek daye Komîteya Wezîran derbarê doza Demîrtaş û bang li wê komîteyê kir ku dozê li hikûmeta Tirkîyê bike da ku Demîrtaş were berdan.

“Li pêş ji rikabirîyeke berdewam alîyê Tirkîyê ve hember erkê wê bo pêkanîna biryara derbarê Kavala, divê Komîteya Wezîran prosesa qanûna li dijî Tirkîyê destpê bike,” Aisling Reidy, şîretvana qanûnî ya rêxistina HRW got.

Wê herwiha da zanîn ku “divê komîte herwisa banga azadkirina lezgîn ya Demîrtaş bike û eger ev yek pêk neyê, divê gavên zêdetir werin avêtin.”

Di 22ê Berfanbara 12ê ya sala 2020an de, ECtHR ferman da ku bi hiştina Demîrtaş ji Mijdara 2016ê ve di zindana berî darizandinê de, desthilatdarên Tirkîyê dixwazin rê li ber wî bigirin ku çalakîyên xwe yên sîyasî bidomîne. ECtHR herwiha got, çalakî û gotarên ku Demîrtaş bi sedema wan hatîye girtin li jêr Peymana Ewrupî ya Mafên Mirov parastî ne.

Dadgehê Ewrupî wê çaxê gotibû ku bi van kiryaran dengdar ji nûnerê xwe yê hilbijartî bêpar mane, û bûne sedem ku “pirrengî were asteng kirin û azadîya nîqaşa sîyasî were sînor kirin, ku ew jî têgeha bingehîn ya civakeke demokratîk e.”

Derbarê doza Kavala jî, ECtHR li 10ê Befranbara 2019ê ferman da ku girtina wê ya bê darizandin ji alîyê desthilatdarên Tirkîyê ve bi wê armancê ye ku “wî wekî berevanekî mafên mirov bêdeng bike.”

XS
SM
MD
LG