Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: 12 Hezar Girtîyên DAIŞê bi Êrîşa Tirkî re Dê ji Kontirolê Derkevin


Arşîv: Fermandarê HSDê Mazloum Abdi li Kobane.
Arşîv: Fermandarê HSDê Mazloum Abdi li Kobane.

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk HSD derbarê daxuyanîya Qesra Spî de û gefên Tirkîyê bo êrîşa ser Rojhilatê Firatê daxuyanîyek nivîskî weşand.

Berpirsê ragihandina HSDê Mistefa Balî di daxuyanîyek taybet de ji bo Dengê Amarîka got:
Tevî ku HSDê hemû xalên mekenîzmeya ewlekarîyê di piratîkê de pêk anî. Lê hêzên Amarîkî di xalên çavdêrîyê de yên ser sînorê bakûrê sûrîyê li herêma Serê Kanîyê û Girê Spî xwe vekişandin.

Birêz Balî derbarê daxuyanîya Qesra Spî de weku rêdana ji bo Tirkiye êrişî ser herêmê bike da znîn.

Balî got: Ev dihêle ku keda 5 salan ya hevkarîya di navbera HSD û Amarîka de têk biçe, û wê careke din DAIŞ bihêz bibe. Di berdewamîya daxuyanîyê de berpirsê ragihandina HSD got: êrîşa Tirkî ji bo destekdayîna DAIŞê ye.

Her wisa bal kişand ser girtîyên DAIŞê û malbatên wan di kampa de, û got: Heger şer derkeve wê 12 hezar girtî û 70 hezar malbatên DAIŞê ji kontirolê derkevin, ji ber wê hêza me berî bide sînor ji bo parastina gelê xwe, her wisa wê deverên nû rizgarkirî wê careke din DAIŞê li wir bihêz bibe.

Ev encama giştî ji ber sedema ku Amarîka ji berpirsyariya xwe ya exlaqî pêk neanî. Balî di dawîya daxuyanîya xwe ya taybet de ji bo Dengê Amarîka got êrîşa Tirkîyê û encamên wê ewlekarîya cîhanê bi tevahî dixe metirsîyê de.

Hêjayî gotinê ye ku hêzên Amarîkî ji xalên sînorî li Serê Kanîyê û Girê Spî berbanga roja duşemê vekişîyan.

HSDê di daxuyanîya nivîskî de bang li pêkhateyên bakûrê sûrîyê kir ku li kêleka hêza xwe ya rewa bin, li dijî êrîşên Tirkî.

Zana Omer Report 07 10 2019 Qamîşlî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:03 0:00


XS
SM
MD
LG