Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komas Şehbazî: Rewşa Kurdên Sûriyê Piştî DAIŞ Ne Zelel E û Pêdivî bi Piştevaniyek Navnetewî Heye


Çavê Cîhanê bi tevahî li bajrokê Baxozê ye, devera herî dawî di destê DAIŞê de ku nuha şerekî pirr giran lê dibe ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Amerîka ve bi mebesta tunekirina DAIŞê ji herêmê.

HSD jimarek mezin ji çekdarên DAIŞ girtine û nuha di bin çavdêriya wan de ne. Lê pirs ew e ka wê rewşa Kurdên Sûriye piştî DAIŞ çawa be û wê çawa danûstendin li ser girtiyên DAIŞê bên kirin?

Di derbarê vê mijarê de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamvena Komas Şehbazî re kir.

Rojnamevan Komas anî ziman, ku bi girtina van çekdarên DAIŞê ku piraniya wan biyanî ne, wê gelek zaneyariyên nû derkevin holê û destwerdana welatên herêmê di rewşa Sûriyê de eşkere bik.

Her wiha jî li ser rewşa kurdên Sûriyê piştî DAIŞ, ew dibêje:" Rewş Kurdan piştî DAIŞ ne zelel e û mafên wan jî nehatiye parastin, ji ber ku piraniya welatên Ewropî li berjewendiyên xwe digerin, û naxwazin ku pêwendiyên xwe bi Tirkiyê û welatên herêmê re xerab bikin."

Hevpeyvîna Komas Sehbazî-3-16-2019-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:15 0:00

XS
SM
MD
LG