Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: 300 Çekdarên DAIŞê û Malbatên Wan li Baxoz Mane


Berdevkê Hêzên Sûrya Demokrat HSDê Mustafa Bali roja Înê ragihand ku li herêma Baxozê pevçunên dem bidem di navbera hêzên HSDê û çekdarên DAIŞê de, diqewimin.

Nezîkî 300 mîlîtanên DAÎŞê û bi sedan sivîl ku tê texmînkirin piranîya wan kesan malbatên milîtanên DAIŞê ne, ji hefteyekê û virde, li Baxozê li jêr xîvet û konan hatine dorpêçkirin.

Ajanasa Associated Press li gor serleşkerên HSDê dide zanîn ku milîtanên DAÎŞê nahêlin sivîl ji heremê derkevin.

Berdevk Mustafa Balî dibêje ku êrîşên wan yên demkî bi armanc ku zextê bidin ser çekdarên DAIŞê da ku bihêlin sivîlên mayîn jî derkevin.

Dema ku navenda Baxoz bihê rizgarkirin, ev tê wateya ku ji aliye leşkerî ve Xîlafeta DAIŞê li rojhilatê Sûriyê û nav Îraqê bidawî dibe.

XS
SM
MD
LG