Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Li Kampa Holê Berpirsekî Payebilind yê DAIŞ'ê Hat Kuştin


Hêzên Antî-Teror yên HSD
Hêzên Antî-Teror yên HSD

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Pêncşemê ragihand ku wan berpirsekî payebilind yê koma Dewleta Îslamî (DAIŞ) li nava Kampa Holê ya li Hesekê kuştiye.

“Şeva 27’ê Berfanbarê, Yekîneyên me yên Operasyonên Leşkerî bi hevkarîya Hêzên Ewlekarîya Navxweyî û hêzên Koalîsyona Navnetewî, li kampa Holê operasyoneke hevbeş ya ewlehîyê pêk anîn û di encamê de berpirsekî payebilind yê DAIŞ’ê kirin armanc,” HSD’ê got.

HSD’ê nasnameya berpirsê DAIŞ’ê ku hatiye kuştin wek Ebû Ubeyda el-Îraqî, ku bi navê Ebû Muawîye dihat naskirin, eşkere kir û got ku ew welatîyê Îraqê bû.

HSD’ê da zanîn ku di dema operasyanê de Ebû Ubeyda kembereke teqemeniyê li xwe kiribû, xwe radest nekir û bi çek bersiva Hêzên Ewlekarîya Navxweyî da.

HSD’ê herwiha dîyar kir ku Ebû Ubeyda li kampa Holê berpirsê plansazîya çalakîyên terorîst bû, wekî kuştina penaberan û qaçaxçîtiya bi navê "Zarokên Xilafetê" (Zarokên DAIŞ’ê) ber bi herêmên rojavayê Firatê û herêmên di kontrola Tirkîyê de.

“Wî plana êrîşên terorîstî dikir ku xalên me yên ewlekarî û leşkerî kiribûn armanc û gef li komele û rêxistinên sivîl yên li kampa Holê dikir," HSD’ê got.

Li gor ragihandina HSD’ê, piştî sal û nîvek ji çavdêrîkirin û vekolînên berfereh di nava kampa Holê de, Ebû Ubeyda wek berpirsê li dû çalakîyên terorîstî yên li kampê hatiye destnîşan kirin.

HSD, ya ku bi piştgirîya Amerîka pêşengîya şerê dijî bermahîyên çekdarên DAIŞ’ê dike, di 2019’an ew koma tundrê di warê leşkerî de têk biribû. Tevî têkçûnê, çekdarên DIŞI’ê li dijî sivîlan û hêzên ewlekarî li Îraq û Sûrîyê êrîşên xwe didomînin.

Hezên bi rêbertîya Kurdan, di daxyanîya îro de jî ser berdewamîya operasyonên dijî DAIŞ’ê biryarderîya xwe dubare kir.

“Armanca van hewildanan têkbirina planên DAIŞ’ê, têkbirina xeterîya wan û pêkanîna aramî û ewlehîya mayînde ya li bakur û rojhilatê Sûrîyê ye," HSD’ê got.

Dîmeneke ji Kampa Holê (arşîv).
Dîmeneke ji Kampa Holê (arşîv).

Kampa Holê ya li rojhilata Hesekê ye ku endamên berê yên DAIŞ’ê û malbatên wan lê têne ragirtin.

Li gor Neteweyên Yekbûyî (NY), li kampê zêdetirî 48 hezar kes dimînin ku pirtir nîvê wan zarok in.

Piranîya kesên li Holê welatîyên derbider yên Sûrî û penaberên Îraqî ne, lê herwiha ji 60 welatên din jî bêtirî 10 hezar kesên biyanî hene.

Di nav kampê de gelek bûyerên ewlekarîyê qewimîne. NY ji 2022’an vir ve zêdetirî 40 kuştinên li nav kampê ragihandîye.

Rêvebirîya Xweser ji mêj ve bang li civaka navnetewî dike ku welatiyên xwe yên li Hol û Kampa Roj werbigirin. Lê hikûmetên Rojavayî ji tirsa bertekên navxweyî di bersivdayînê de hêdî tevdigerin.

Jêder: AFP, HSD

XS
SM
MD
LG