Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD'ê li Reqa 3 Endamên DAIŞ'ê Girtin


Hêzên Sûrîya Demokratîk li Reqa operasyonek bir ser hucreyeke Dewleta Îslamî (DAIŞ) û 3 endamên wê rêxistinê girtin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ji zarê jêderên xwe ragihand ku ew hucreya DAIŞ’ê berpirsa êrîşên dijî HSD, sîvîl û avahîyên rêvebirîyê bû.

SOHR’ê dîyar kir ku operasyona HSD’ê beşek ji hewildanên pûçkirina planên DAIŞ’ê yên ser herêmê ye.

HSD’ê 16’ê Sibatê jî li Dêrezorê operasyonek biribû ser hucreyeke DAIŞ’ê.

Di encama operasyonê de rêberê hucreyê Abdulrahman El-Azîz û du endamên din hatin girtin.

HSD, ku pêşengîya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike, li herêmê di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de hevbenda serekî ya koalîsyona navneteweyî ya bi rêberîya Amerîka ye.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG